Neteweyên Yekbûyî ragihand nêzî 5 milyon zarok beriya bibin 5 salî, jiyana xwe ji dest dane û hate gotin;
“Eger tedbîr neyên girtin, heya sala 2030’an nêzî 59 milyon zarok û ciwan wê bimirin.”
Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de ragihand ku di sala 2021’an de 5 milyon zarok beriya bibin 5 salî jiyana xwe ji dest dane.
Di heman demê de jî 2 milyon û 100 hezar zarok û ciwan di temenê 5 heya 24 saliyê de jiyana xwe ji det dane.
Ev jî tê wateya ku di nava 4 saniyeyan de zarok yan jî ciwanek jiyana xwe ji dest dide.
Di dewama raporê de tê gotin;
“Di sala 2021’an de 9 mîlyon û 100 hezar zarok mirî ji dayîk bûne.
Bi rêya girîngîdayîna tenduristiyê dikarin rêjeya van mirinan were kêmkirin.”
Li gorî kesên di Rêxistina UNHCR’ê de kar dikin, ger îradeyek siyasî û bi bandor di vê pêvajoyê de hebe, bi rêya girîngîdayîna tenduristiyê, dikare pêşî li mirina komî ya zarok û ciwanan bê girtin.
Gorî heman kesan ger tedbîrên pêwîst neyên girtin wê heta sala 2030’an nêzî 59 milyon zarok û ciwan bimirin.