Navenda Ragihandina Giştî ya Asayîşê ragihand ku erebeyek wan li ser rêya Hol-Hesekê hate armanc kirin.
Di encama de 2 encamên asayîşê birîndar bûne.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyer doh êvarê li ser rêya navbera bajarê Hesekê-bajarokê Holê, de rûdaye.
Navendê dazanîn ku dema erebeya asayîşê ber bi Hesekê ve diçû bû armanca teqemeniyekê.
Di encama teqînê de 2 endamên wan birîndar dibin.
Û ji bo dermankirinê endamên asayîşê yê birîndar radikin nexweşxaneyên Hesekê.
Asayîşê dazanîn ku wan ji bo lêkolînkirina bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.