Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser çareserî û pêşveçûna şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşniyarên xwe bi danezaneke nû eşkere kir.
PJAK’ê got:
“Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser çareserî û pêşveçûna şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşniyarên xwe bi danezaneke nû eşkere kir.
Di danezanê de bal hat kişandin li ser rewşa ku niha Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê re derbas dibe û wiha hat gotin:
“Li ber çavgirtina nîqaş û karûbarên şoreşê bingehê şoreş û siberoja wê pêk tîne.
Li vir a girîng ew e ku metirsiyên li ber şoreşê bê famkirin, dîsa ‘piştî şoreşê çi bibe’ siberoja gel û gelên Îranê, pêwîstî bi zelaliyekê zêdetir ji hemû aliyan ve heye.
Divê hêz, civak û partî bi ramaneke eşkere û vekirî nêrîn û bernameyên xwe yên ji bo şoreşê eşkere bikin. ”
Xal û pêşinyarên PJAK’ê yên ji bo çareseriya li Îranê
Hin xalên ku PJAK’ê ji bo Çareseriyê pêşniyyar kirin, wiha ne:
– Pêwîst e xwedî li naveroka şoreşa jinê ya bi pêşengtiya jinê destpê kirî derkeve. Rê li her cûre helwest û reftarê mêrserwerî ya li dijî jinê û zayendperestiyê bê girtin û hewl bê dayîn ramanê azadiya jinê bê parastin.
– Xwedûrgirtin li netewperestî û etnîkgerî.
– Pêwîste têkoşîn ne ‘navendî’ be, li ser bingeha xwerêveberiyên herêmî û xwecihî be.
– Kûrbûna li ser xwerêveberiyên her herêmekê, azadiya jiyan û karûbarên perwerdehiyê li gorî çand û kevneşopiya her herêmî.
– Hewldan û têkoşîna li dijî kiryar û gefên neyînî yên rêveberiya Îranê ya li dijî jiyanê û parastina ekolojî û jîngehê.
– Azadiya hemû dîn, mezheb û baweriyan.
– Pêwîste ji bo pêşxistin û xurtkirinê navek ji bo raperîna civakî ku bi şêwazê komîte yan jî meclîsên rêveber ji bo birêvebirina raperîn û şoreşê.
– Têkoşîna bi armanca azadî ji bo hemû nasname, çand, kevneşopî, ziman, rêgez, ol û hemû baweriyên li Kurdistanê heye.
– Rola pêşengtiyê ya gelê Kurd di nava şoreşa nû ya gelên Îranê de, yekîtiya hemû tevger û aliyên Kurd, qebûlkirina sembolan bi armanca yekîtiya hemû tevger, alî, partî û hêzên Kurd di çarçoveya tevlîbûna bihêz û yekîtî ya di nava şoreşa nû de.
PJAK’ê di dawî de got:
“Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ruhê pêkvejiyana azadiya gelan hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.”