500 kes ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan

Îro 500 koçberên ku li kampa Berde Reş a Başûrê Kurdistanê diman, di deriyê sînor ê Sêmalkayê vegeriyan.

Weke tedbîr ji şewba Koronayê re li deriyê sînor, testên pêwîst ji koçberan re hatin çêkirin û ji bo rewşên awarte ambûlanc hatine amadekirin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ji bo koçberan tedîbr hêsan kirine, seatên kar li ber derî dirêj kirin.

Derbarê mijarê de rêveberê Têkiliyên Giştî yê Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed got ku ji bo pêşwaziya hemû kesên ji kampa Berde Reş vedigerin, nexweş û kesên li wir asê mane bike, dê derî heta saetên derengiya şevê vekirî be.

Back to top button