“Divê demek ji ya din zûtir hevalên me werin berdan”

Komeleya Karkerên Mezopotamya bi daxuyaniyekê xwest demek ji ya din zûtir kesên li Silêmaniyê hatine binçavkirin, werin berdan.

Duh 8 penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku endamên HDP’ê û Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ne bi operasyoneke siyasî li Silêmaniyê hatin binçavkirin.

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek dan û gotin:

“Ev qirkirin weke qirkirina dewleta Tirk ya dijî Kurdane.

Ya duh li Silêmaniyê pêk hat, heman siyaseta dewleta Tirk e.

Herî dawî asayîşê gotibû kesên me girtin emê sibê berdin, lê nehatin berdan.

Ji bo vê em dibêjin divê hevalên me demek ji ya din zûtir werin berdan.

Heya hevalên me neyên berdan, çalakiyên me yên me wê dewam bikin.”

Back to top button