KCK: Divê gelê me alîkariyê bidin qurbanên erdheja xoyê

Paşguhkirina dagirkeriyê ya ji bo bajar û gundên kurdistanê di her fersendê de xwe dide hiskirin.

Mînaka herî dawî ya wê jî, erdheja ku li bajarê Xoyê yê rojhilatê Kurdistanê pêk hat, li gundên Wanê ya bakurê kurdistanê xanî hilweşiyan.

Dimenên dawî ji herêmê azara şêniyan radixe ber çavan.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê jî ji bo alikariya bi mexdurên Erdhejê re banga alîkariyê kir.

Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 ku roja yekşemê li bajarê Xoy ê Îranê pêk hat, li gundê Qîratê yê navçeya Elbakê ya Wanê hemû mal û axurên gund hilweşiyan.

Ji ber vê rewşê, malbata Kaya şeva despêka erdhejê di romorqê de derbas kir.

Li bajarê Xoyê yê rojhilatê kurdistanê jî rewş bi heman şêwayî bû.

KCK: DIVÊ GELÊ ME ALÎKARIYÊ BIDIN QURBANÊN ERDHEJA XOYÊ

Ji ber paşguhkirina ji mexdurên erdhejê re, Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî banga alîkariya ji bo Xoyê kir.

KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên Kesên di erdheja Xoyê de jiyana xwe ji dest dane, xwest û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xweset.

KCK’ê diyar kir bi piştgirî û hevgirtina gel, wê karîsata erdheja li Bajarê Xoyê bêbandor bibe û teqez kir ku bêyî banga alîkariyê bikin, divê kurdistanî, dostên me û sazî, alîkariyê pêkêşî qurbaniyê erdhejê bikin.

22’ê Sibatê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Xoyê û li nêzî bajarê Ûrmiyê bi pileya 5.9 û 5.7 erd hejiya.

Bandora erdheja bajarê Xoyê gihaşt Bakurê Kurdistanê jî û di encamê de 9 kesan li Wanê jiyana xwe ji dest da û gelek mal hilweşiyan.

Back to top button