Kampa Girê Spî pêvajoya 2. a avakirina kampê dest pê kir

Bi zêdebûna hejmara koçberan re Rêveberiya Kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêvajoya duyemîn a avakirina kampê dike. 

Têkildarî amadekariyên destpêkirina pêvajoya duyemîn a avakirina kampê Hevseroka Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf axivî.

Fadiya Şerîf diyar kir ku di nava du rojên dawî de pelek mezin a koçberan gihişt kampê, ji ber vê yekê lez dan amadekiriyên danîna konan.

Fadiya Şerîf dest nîşan kir ku ji ber dewama êrîşên Tirkiyê dibe di rojên bê de jî hejmara koçberên berê xwe didin kampê zêdetir bibe.

Kampa koçberên Girê Spî 22’yê Mijdara 2019’an ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hat avakirin û di kampê de 2 hezar û 197 koçber dimînin.

Weke pêvajoya yekê jî 450 kon hatibûn vedan.

Tenê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin.

Back to top button