Li Hindistanê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 90’î jî birîndar bûn

Li Hindistanê, li dijî qanûna hemwelatîbûnê ya ji bo penaberên ne misilman, pevçûn di navbera polîs û xwepêşanderan de qewimî. 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Li paytexta Hindistanê Delhî li dijî qanûna hemwelatîbûnê gel derket xwepêşandanan.

5 kes di nav de polîsek di pevçûna polîs û xwepêşanderan de jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 90 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî tenduristiyê teqez kir ku hin xwepêşander bi guleyan hatine birîndarkirin.

Her wiha polîsan li dijî xwepêşanderan gaza rondikrêj û bombeyên dûmanî bi kar anîn.

Qanûna hemwelatîbûnê, ji bo kesên ne misilman ên ku ji Pakistan, Efxanistan û Bengladeşê penaberî Hindistanê bûne, ye.

Back to top button