Li dijî tundiyê û siyaseta zayend-parêz a hikumeta Meksîkayê, Jinên Meksîkî li ber Dadgeha Destûra Bingehîn kom bûn û agir bi dadgeh û erebeyeke rojnameya La Prensa xistin.
9’ê Sibatê, Jina ciwan Ingris Ecamilla Vargas ji aliyê zilamê bi navê Eric Francisco Robledo (45) hatibû kuştin û bedena wê parçe kiribû.
Hinek dezgehên ragihandinê yên Meksîkayê jî wêneyên bedena wê belav kiribûn.
20’ê Sibatê jî, zaroka 7 salî Fatima Aldrighett ji dibistanê derdikeve û dema li benda dayîka xwe dimîne tê revandin û kuştin.
Li ser bedena zaroka 7 salî şopên destdirêjiyê hebû.
Piştî vê bûyerê 2 kesên gumanbar hatibûn binçavkirin.
Ji lew re, jinên Meksîkî li dijî ne-cezakirin û nebûna hewlesta medyayê daketin qadan.