Êrîşek li Burkîna Faso pêk hat 4 kes hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn

Li Burkîna Fasoyê, 4 kes di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin. 

Polîsên Burkîna Fasoyê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyeke destwerdana lezgîn li ser rêya herêma Sanmatinga, kemînek hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, di nav de 3 polîs, 4 kes di encama êrîşê de hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyan berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.

Sêşema borî, di êrîşeke li dijî Dêra Brotistantî ya gundê Bansî de, 24 kesan jiyana ji dest danbû û 18 jî birîndar bûnbûn.

Back to top button