Jina serhildêr û evîndara azadiyê Leyla Agirî-Filîz Aslan

Di nava têkoşîna Azadiya Kurd de bi hezaran qehremanên ku li ser jiyana wan destan tên nivîsandin hene. Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî jî ji wan têkoşeran e. Şehîd Leyla ji bo azadiya jin û Kurdistanê 27 salan bê rawestan têkoşn û berxwedan da meşandin. 

Jina serhildêr a Serhedê, Keça Geliyê Zîlan…

Têkoşera Azadiya Jinê û Kurdistanê ya 27 salan.

Filîz Aslan bi nasnav Leyla Agirî ye.

Li navçeya Wanê Qelqeliyê sala 1972’yan ji dayîk bû û mezin bû..

Hê 4 salî dayîka wê jiyana xwe ji dest dide

Lê vê yekê têkoşeriya wê ya jiyanê xurttir kir.

Çiqasî mezin bû, zêdetir bû şahidê pergala xwînmij a dagirkerî û mêtîngeriya Tirk.

Di 18 saliya xwe de, 1993’yan ji Stenbolê li otobûseke diçe Serhedê siwar bû.

Û rêwîtiya wê ya herî demdirêj a Leyla Agirî destpê kiribû.

Ji Agirî, Tendurekê, heta Rojhilat, heta Qendîlê û Zagrosan bû pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinê û Kurdistanê.

Leyla sala 1995’an dema ku xwe gihand Rêbertî, bi azadiyê re hevpeyman çêkir, berê xwe da serketinê û bû xwedî hêza jinûve afirandina xwe.

Piştre jî hewl da li ser felsefeya Rêber Apo xwe biafirîne, kûr bike.

Bi vê hêrs, azwerî, rûmetê û baweriya mezin tevlî nava têkoşînê bû.

Her gava di rêwîtiya têkoşîna azadiyê de çi hêsan çi zehmet, bi serketinê avêt.

Hevrê Leyla bi her awayî tevlîbûneke çalak, fedakar û pêşeng kir û nasnameya milîtanî ya Apoyî temsîl kir.

Leyla bû jineke xurt ku di artêşbûna jinê de bû xwedî îradeyek ji pola,

Bi îdeolojiya rizgariya jinê hişmendiya xwe xurt kir û di partîbûna jinê de xwe bi rêxistin kir.

Di xebatên Jineolojiyê yên PAJKê de cihê xwe girt.

Leyla Agirî heta kêliya dawî ya şoreşgeriya xwe, bû nûnera xeta azadiya jinê ya Apoyî, ku ji Sakîne Cansizan heta xwe gihandî ye roja me.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî di 23 Hezîrana 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişên balafirên artêşa tirk şehîd bû.

Ev navê ku di asta dîrokî ya her berxwedanê de der bû, ji Leyla Qasiman heta Leyla Kaplanan, ji Leyla Walî Huseyînan heta Leyla Agiriyan li her devera Kurdistanê bû navê hevpar ê jinên têkoşer û wê her dem jî bibe navê vê têkoşînê.

Back to top button