Bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin, Zanyend Perestiya Civakî Hilweşînin” komxebata Derbekirina Zayendperestiya Civakî li Hesekê hate lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê komxebat orgnîze kir.
Gelek ciwan ji herêma Cizîr û Firatê beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişndin ser zayendperestiyê û cudahiya ku dixin navbera jin û mêran de.
Piştî axaftinan sivziyonek derbarê zayendperestiya civakê hate pêşandan.
Her wiha di komxebatê de derbarê pênaseya Zayendperestiya Civakî û bandora wê li ser ciwanan, bi taybet li ser jinên ciwan nîqaş hatin kirin û li ser sê xelekan komxebat dewam kir.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.