Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Pirtûkxaneya Gerok doh li bajarê Amûdê destpê kirîbû îro li Qamişloyê dewam kir.
Duh Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo û Kampanya derxistina navê PKK’ê ji “lîsteyên terorê” dest bi çalakiya Pirtûkxaneya Gerok kir.
Pirtûkxaneya Gerok di roja 2. de pêşî derbasî bajarokê Girbawî bû.
Endama Meclisa Gel a Girbawî Viyan Osê piştgirî da çalakiyê û komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK ji `lîsteya terorê`.
Bi sedan şêniyên Girbawî îmzeyên xwe dan û pirtûkên rêber Ocalan standin.
Pişt re Pirtûkxaneya Gerok berê xwe da bajarê Qamişlo.
Li Qamişlo, şêniyan pirtûk wergirtin û îmzeyên xwe avêtin.
Tê payîn sibe Pirtûkxaneya Gerok derbasî navçeya Tirbespiyê bibe.