Welatiyên Cizîra Botan: Ev der rûyê rast yê qeyûm e

Ava kanalîzasyonê a diherike û çopên tên avêtin Çemê Dicleyê qirêj dike. Şêniyên Cizîra Botan bertek nîşan dan û gotin: “Ev der, rûyê rast yê qeyûm nîşan dide.”

Welatiyên Cizîra Botan ji ber ava qenalîzasyonan a diherike Çemê Dîcleyê û çopên li nav çem tên rijandin bi gilî û gazinc in.

Şaredariya qeyûm lê hatiye bi cih kirin, bi salane tu çareyek nedîtiye.

Ji 11 deveran ava qenalîzasyonan diherike çem.

Ethem Ergun ku di Çemê Dîcleyê de masîvanî dike, dibêje “Her cara çav bi çopên li ser çem û ava qirêj dibînim naxwazim werim vir.

Mihemed Altinkaya ku ji bo gerê hatiye Cizîrê jî got: “Gelek masî di çem de hene, lê çem ji çopan paqij nabe. Şaredarî di dest qeyûm de ye, berpirsê vê jî ew e.

Ozgur Akgul jî anî ziman ku “Paqijkirina çem ne zehmet e. Niyeta wan a paqijkirinê tuneye.

Ferhat Çaglayan jî got: “Ev der rûyê rast ê qeyûmê ye. Hevşaredarên me ji peywirê girtin û ti xizmeta navçêyê nekirin.

Back to top button