
Dadgeha bajarê Dîlokê a dewleta Tirk, siyasetmedar jî di navê de, 340 sal cezayê zindanê li 62 kesan birîn.
Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê a dewleta Tirk di 14’ê Tîrmeha 2020’an de lêpirsînek dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Avakirina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) jî di nav de 91 hatibûn binçavkirin.
2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” darizandin bi rê ve bir.
Duh rûniştina 16’emîn a dozê hat lidarxistin.
Rûniştinê heta derenî dewam kir û dadgehê di saetên şevê de biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê zindanê li 62 kesan birî.