6 welatên parzemîna Asya hêza xwe di CSTO de bicih kirine

Di aloziya li Kazexîstanê de, careke din hebûna Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf deng veda. Ev rêxistin kî ye? Ji kê pêk tê? Armanca xwe çi ye? Û Çawa di krîza leşkerî ya heyî de destwerdanê dike? Me ji were bersivên van pirsan hebmû berhev kiriye û em di vê dosya nûçeyê de hîn bibin.

Piştî hilweşandina fermî ya Yekîtiya Sovyetê di 1991’ê de, Rûsya, Kazakistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Ozbekistan û Ermenîstanê di 15’ê Gulana 1992’an de li Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) îmze kirin.

Di vê peymanê de zêdekirina hevkariya navbera endaman û pêşxistina polîtîkayên li dijî xetereyên hevpar heye.

Çarçoveya qanûnî ya peymanê di 1994’an de ket meriyetê.

Di sala 1999’an de avahiya rêxistinê hate avakirin.

Piştre Azerbeycan (1993), Gurcistan (1993) û Belarûs (1994) tevlî peymanê bûn.

Ozbekistan, Azerbaycan û Gurcistanê di sala 1999’an de bi hinceta pirsgirêkên di pêkanîna peymanê de, dawî li endamtiya xwe anîn.

Rêxistina ku 2002’an sazîbûna xwe temam kirî, bi peymana nû ya ku di wê dîrokê de îmze kirin veguherî ‘tifaqa leşkerî’.

Endamên rêxistinê yên niha Rûsya, Kazaxistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Belarûs û Ermenîstan in.

Rêxistina ku armanca wê zêdekirina hêza leşkerî û siyasî ya welatan e, li Asyaya Navîn û Qafkasyayê di nav saziyên çalak de tê dîtin.

Tê diyarkirin ku yek ji sedemên damezrandina rêxistinê pêşî li bandora NATO ya li welatên wê bi taybetî li Asyaya Navîn girti ne.

Şêwazê girtina biryara ji bo şandina hêzê çawa ye?

Serokatiya rêxistinê her sal ji aliyê welatên endam ve bi dorvegerî tê kirin.

Ji bo şandina hêzeke leşkerî bo welatekî, divê berî her tiştî dema serokatiyê vê mijarê bîne rojevê.

Bikaranîna hêza leşkerî ji bo parastina endamekî CSTO bi yekdengî ya serokên welatên endam pêkan e.

CSTO par mudaxeleyî krîza Qerebaxê ya di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de nebû.

Di wê demê de pirsên ku çima xala çaran a Peymana Ermenîstanê nehate cîbicîkirin derketibûn pêş.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di destpêka pevçûnê de serî li rêxistinê neda, piştî ku Azerbeycanê di bihara 2021an de hezar leşker şandin ser sînor, ji CSTO alîkarî xwest.

Lê ev daxwaz hat redkirin.

Niha careke din bi şandina hêzê li Kazexistanê re, CSTO di rojevê de ye.

Back to top button