Elîf Ronahî: Di şexsê hevrê Sara de xwestin ku jina azad tune bikin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî jî balkişand ser komkujiya Parîsê û got, “Rêber Apo di şexsê hevala Sara de xwest modela jin a azad ava bike û ev yek bi ser xist. Di şexsê Sara de xwestin ku jin a azad tune bikin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bi boneya salvegera tevlî Medya Haber TV bû û li ser mijarê axivî.

Elîf Ronahî sê jinên Kurd ên şoreşger Sara, Ronahî û Rojbîn bi bîr anî û piştperdeya komployê nirxand.

Elîf Ronahî destnîşan kir ku di şexsê heval Sara de hate xwestin ku jina azad tune bikin. (Sara) wiha got;

Rêxistina pêşî ya xebatên azadiyê heval Sara ev danîye. Heval Sara li gorî îdeolojiya Rizgariya Jinê têkoşiyaye û bi nerîna xwe ya şoreşger, sosyalist a jinê bi hişmenidya xwe ya estetîkî ya geş rasteqîniya Sara tim li holê bû.

Dilsoza gel bû, welatparêziya wê li asta herî jor bû, xwedî vîn û armanceke azad bû. Li her qada jiyanê têdikoşiya.

Rêbertiya me di şexsê heval Sara de tîpa jina azad, modêla jina azad ava dike û ev bi ser jî xist.

Elîf Ronahî: Komkujiya Parîsê kirineke hevpar a îstîxbarata Tirk û Fransayê bû

Elîf Ronahî hevkariya dewleta Tirk û Fransayê bi bîr xist û got:

Ev kirineke hevpar a navendê Gladîoyê ye ku di nava îstîxbarata dewleta Tirk û Fransayê de rêxistinî bûne. Komplo bi hevkariya wan hatiye kirin. Heke ev dernexistina holê ev ji ber hevkariya wan e.

Ev komploya navnetewî ne komployeke jirêzê ye û destwerdanek li pêvajoya nû bû ku Rêbertiya me dabû destpêkirin.”

Elîf Ronahî: Têkoşîna li dijî komkujiyê bi azadiya Rêber Apo wê bibe bersiva herî xurt

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî herî dawî wiha bang kir.

Di sala nû de têkoşîna li dijî komkujiyê û di şertên azad de gihaştina bi Rêbertî re wê bibe bersiva herî xurt li dijî komkujiyan. Îsal 9’ê Çile li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelê me divê li cihê ku komkujî û komplo lê hatî kirin kom bibin û dengê berxwedanê li cîhanê belav bikin.

Back to top button