Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi dirûşma “Destdirêjiya li ser nirxên me sedema tolhildanê ye” xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û destdirêjiya li goristanên şehîdan şermezar kirin.
Çalakî ji deriyê başûr ê têketina bajêr dest pê kir û li Goristana Şehîd Dîcle veguherî mêtingê.
Li wir endamê rêvbeber ê Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Hecî Kola-gasî axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Hecî Kolagasî bêdengiya cîhanî rexne kir û diyar kir ku heta niha tu rêxistinên hiqûqî derbarê sûcên dewleta Tirk helwest nîşan nedan e.
Kolagasî bal kişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîl û wiha got: “Heta em rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin em nasekinin û emê heta serkeftinê bi gerîla re bin.”