Li herêmên hikûmeta Şamê aloziya aborî dijwar dibe

Aloziyên aborî û debarê yên li herêmên hikumeta Şamê her ku diçe dijwartir dibe. Lêkolînerekî aboriya siyasî diyar kir ku li gel zihniyeta aborî ya heyî ev alozî derbas nabe û diyar kir ku çareseriya rasteqîn girêdayî bidawîkirina sedemên aloziya Sûriyê ye. Li çolistana Sûrî de, di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de 12 sivîl û 10 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Li herêmên hikumeta Şamê, qada aborî di rewşeke herî aloz re derbas dibe.

Nirxê dolarekî amerîkî gihaşt nêzî 7 hezar lîreyên Sûrî.

Di encamê de nirxê madeyên sotemenî, xwarin û dermanan bilind bû.

Pispor û analîzerên aborî hişyarî dan ku eger hikumeta Şamê bi heman zihniyetê tev bigere dibe ku karesatên mirovî rû bidin û rêjeya xizaniyê zêdetir bibe.

Têkildarî vê krîzê lêkolerê aboriya siyasî Yehya Omer ji ANHA’yê re axivî..

Yehya Omer diyar kir ku li herêmên hikûmeta Şamê xirabtirîn kirîza aborî diqwime û got:

“Dibe ku hîna bilindtir bibe, di encamê de wê xizanî û xetereyên ewlehiya xurekê zêdetir bibin.”

Her wiha derbarê çareseeriyê de jî Yehya Omer ev tişt got:

“Çareseriya rastî ew e ku sedemên krîzê bên bidawîkirin, ji bo vê jî çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê gerek e. Lê ev jî di demeke nêzîk de nepêşbînkirî ye.”

Tevgera çeteyên DAIŞ ‘ê li çolistana Sûrî zêde bûye

Li aliyê din Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî zêde ye.

Di 24 seatên dawî de, di encama êriş û kemînên çeteyên DAIŞ’ê de 22 kes, ji wan 12 sivîl û 10 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Back to top button