Saziyên olî yên herêmê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Nivîsgeha Kar û Barên Olî û Kongereya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê, êrişên dewleta Tirk ên li ser perestgeh û şêniyên herêmê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku helwestê nîşan bidin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Akademiya Îslama Demokratîk Munîs El-Miwêys ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser şêniyên herêmê û bi taybet di meha Remezana pîroz de, hatin şermezarkirin û hat bi bîrxistin ku ji ber van êrîşan bi hezaran kes ji cih û warê xwe koçeber bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û îslamî hat kirin êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Back to top button