Hafter: Tarablus di bin deshilata rejîmek çekdar de ye

Li Lîbya, peyamên nîşaneya gurbûna aloziyê derdikevin.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê General Hefter diyar kir ku artêş tu carî dev ji parastina gel û hêza xwe bernade.
Haftar anî ziman ku komên çekdar zirareke mezin dane gel û dewletê û bang li wan kir ku dest ji çekan berdin.

Doh li bajarê Ecdebiye ya li rojhilatê Lîbya civînek berfireh pêk hat.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Xelîfe Hafter ji girseyê re axivî û wiha got:

“Bergeha desteya bilind a li Trabluse bi salane di bin kontrola komên çekdar de ye.

Rewşa Trablusê yek ji astengên herî girîng e ku bûye sedema têkçûna hemû hewlên ji bo çareseriyeke berfireh.”

Xelîfe Hafter, da zanîn ku çek gihîştine hemû bajar û gundan û zirarê daye hemû hewldanên bi niyeta baş.

Haftar bang li her kesî kir ku “têra xwe wêrek û bi rûmet bin, piştgiriyê bidin welatê xwe û berjewendiyên Lîbyayê di ser her tiştî re bigrin.”

Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya bal kişand ku divê rêz li hêviyên gelê Lîbyayê yên azadî û rûmetê bê girtin û ev tişt anî ziman:

“Tişta ku qewimî bû asteng em dewlet ava bikin…

Ji bo derbaskirina nakokiyan em bi hemû aliyan re bi xurtî dixebitin.”

Xelîfe Hafter îşaret bi rewşa siyasî ya li welêt kir û wiha domand:

“Çareseriyên sabît bi ser neketin û mayîndebûna van çareseriyan tê wateya windakirina dem û hewldan û gurkirina aloziyan.

Em li hêviya lihevkirin û aştiyeke mayînde ne.

Berdewamiya vê rewşê li Trablusê dibe sedem ku bajar û gundên di nav ewlehî û aramiyê de ne.

Divê em, biryarên saxlem bidin da ku kar û dezgehên xwe ji paytextê veqetînin û nexşerêyek xêz bikin.”

Piştî ku desthilatdariya Mûammer Kaddafî di sala 2011’an de hate hilweşandin, Lîbya kete nava kaosê.

Ev welatê li bakurê Afrîkayê 11 sal in di nava şerekî giran ê navxweyî de ye

Back to top button