Li Yewnanîstan rewş aloz e

Li bajarê Selanîk ê Yewnanîstanê piştî birîndarbûna ciwanê 16 salî yê Romanî pevçûnan despê kir.
Polîsan ragihand ku leşkerê ku ciwan gulebaran kiriye hatiye binçavkirin.

Li bajarê Selanîk yê Yewnan piştî polîsan ciwanek bi çekê birîndar kirin, xwepêşandanan despê kir.

Polîsên Yewnanîstanê îdia kirin ku ciwanê gule lê hatiye reşandin, bi qamyona kar dianî xwest bi ser motorsîkletên polîsan de biajo.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber vê yekê polîsan 2 gule berdane û di encamê de ajokar kontrola wesayîtê ji dest da û li dîwar qelibî.

Ajokarê bi vê yekê re bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku polîsê ciwan gulebaran kiriye hatiye binçavkirin.

Kolanên Selanîkê veguherîne qadên pevçûnan

Piştî ku bûyer hat bihîstin, di navbera xwepêşanderên ku li navenda bajarê Selanîkê kom bûbûn û polêsan de pevçûn derket.

Di wextekî ku xwepêşandêran barîkat şewitandin de, hin çalakgeran camên dikanên herêmê şikandin.

Par jî, ciwanekî din ê Romanî li bendera Piraeus a başûrê Atînayê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Back to top button