NY: Li cihên kar herî kêm ji pêncan kesek tacîz yan tundî lê tê kirin

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ya NY (ILO) ragihand ku li seranserê cîhanê ji her 5 kesan herî kêm kesek li cihê kar yan tundî lê tê kirin yan jî tê tacîzkirin.

Di rapora bi sernavê “Tecrûbeyên Tundî û Tacîzê li Kar: Yekemîn Anketa Gerdûnî” ya ku ji aliyê rêxistinê ve hatî amadekirin hat weşandin.

Ji 121 welatan bi derdora 75 hezar xebatkarên temenê wan ji 15 salî mezintir re hevpeyvîn hatiye kirin.

Daneyên kesên destdirêjî li wan hatî kirin, cih digre.

Di raporê de tê gotin, ji her 5 karmendan (ji sedî 23) yek herî kêm tundiya fîzîkî, derûnî û zayendî an jî taciza li cihê kar hatiye kirin.

Ji sedî 17,9’ê xebatkarên jin û mêr ên beşdarî hevdîtinê bûne tundiya derûnî û tacîzê li wan hatiye kirin.

Ji sedî 8,5’ê karmendan şîdeta fizîkî û tacîzê lê hatine kirin.

Ji sedî 6,3 ê xebatkarên ku di raporê de nêrînên wan hatine girtin, dibêjin bi taybetî jin di van rewşan re derbas dibin.

Amerîka welatê herî zêde li cihê kar tundî û tacîz lê pêk tê ye

Tundûtûjî û tacîz li ser kar herî zêde li Amerîka pêk tê.

Piştre jî Afrîka tê.

Alîkara Rêvebera Giştî yê ILO ya ji bo Îdare, Maf û Diyalogê Manuela Tomei di raporê de wiha got:

“Gelek bi êşe ku mirov bizanibe, li cihê kar ne carekê, ji carekê zêdetir tundî û tacîz li wan tê kirin.”

Back to top button