Li Îsraîlê îhtîmala êrişa Hizbullahê

Rayedarên Îstaîlê ragihandin ku dibe Hîzbullah bi mûşekan êrişekî dijwar bide dest pêkirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlî Hagarî diyar kir ku ew li dijî hemû êrişan amadene.
Hemwextî vê yekê hêzên Îsraîlî êrişî bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava kirin.

Li Îsraîlê îhtîmala êrişeke dijwar a ji aliyê Hizbullahê ve di rojevê de ye.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Tûgeneral Danîel Hagarî diyar kir ku artêşa wan ji bo her metirsiyek li Rojhilata Navîn amade ye.

Lê ji bo pêşîgirtina li gurbûna şer ew hemû kar û xebatan didin meşandin.

Çapemeniyên Îsraîlê ragihandinê rayedarên ewlekariya welêt texmîn kirine ku Hîzbullah bi mûşekan êrişên dijawar bikin.

Li gorî rayedaran dibe ku Hîzbullah bi 5 hezar an 6 hezar mûşekan êrişekî dijwar bide dest pêkirin.

Hate diyar kirinê dibe ku zêdebûna bûyerên li ser sînorên Îsraîl û Lubnanê di hefteyên dawî de, bibe senaryoyeke ji êrişên Hizbullahê re.

Rojnameyên Îsraîlê jî ragihandin ku dibe komên çekdar ên li Xezze û Şerîeya Rojava tevlî şer bibin.

Rayedaran Îsraîlê diyar kirin ku sîstema parastina esmanî ya Israîlî Iron Dome dikare hejmareke zêde ya mûşekan bêbandor bike.

Lê ji ber zêdebûna hêjmara mûşkean dibe ku ev yek ne hêsan be.

Bi heman awayî tevlîbûna balafirên bêpîlot ên Îranê di şerê muhtemel de di rojevê de ye.

Hagarî di daxuyaniya xwe ya ji bo Radyoya Artêşê de jî diyar kir ku divê welatî ji ber van agahiyan nekevin nave tirsê û got:

“Artêş ji bo ewlekariya wan amadeye û dê ji aliyê Hizbullahê ve tu provokasyon neyê kirin.”

Hagarî her wiha konê ku Hizbullahê li ser sînor vedaye wek mînaka van provokasyonan nîşan da û got:

“Belê, ev provokasyon e, lê têra destpêkirina şer nake.”

Hêzên Îsraîlî êriş birin ser bajarê Nablusê

Hemwextî vê mijarê hêzên Îsraîlî derengiya şeva borî çend caran êrişî bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava kirin.

Li gorî şahidên bûyerê di navbera çekdarên Filistînî û hêzên Îsraîlê de şer derket.

Hate diyar kirin hêzên Îsraîlê hewil dane malên Filistîniyên ku bi êrîşa li dijî wan de tên sûcdarkirin hilweşînin.

Li Şerîaya Rojava 3 Filistînî hatin kuştin

 

 

Back to top button