Rojnamevan şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Rojnamevan Deniz Firat ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de şehîdbibû, di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargehê hate bibîranîn.

Merasîma bîranîn ji aliyê hempîşeyên wê û malbata wê ve li Parka 4’ê Nîsanê ve hate lidarxistin.

Li Parkê pêşangehek ji bo biranîna Şehîd Deniz Firat hat amadekirin.

Bi kombûna hemû hempîşeyên wê, malbata wê û xelkê wargehê ya li Parkê bîranîn bi rêve çû.

Bi boneya rojê Rojnamevan Jiyan pîran axivî û got:

Jiyan Pîran di dawiya axaftinên xwe de wiha peyîvî:

“Em li beranberî ked û têkoşîna hempişeya xwe Şehîd Deniz Firat bejna xwe ditewînin û weke hempîşeyên wê emê heta dawiyê şopdarê rêya rêheval Deniz bin.

Piştî axaftian Rojnamvan Jiyan Pîran birayê Şehîd Deniz Firat, Cûma Yildiztan jî diyar kir ku ewê layîqê şehîdên azadiya kurdistanê bibin

Merasîm bi xwendina helbestek ku ji aliyê Mahîr Tunç ve ku li ser Şehîd Deniz Firat hatibû nivîsîn, ji aliyê Rojbîn Otun ve hat xwendin û bi dawî bû.

Back to top button