Ukrayna: Di êrişa hewayî ya Rûsyayê de 5 sivîl mirin

Rûsya bi dijwarî êrişî bajarê Pokrovsk yê herêma Dontsk kir.
Ukrayna ragihand ku di êrişê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 5 jî sivîlin.

Di êrîşên Rûsyayê yên li ser bajarê Pokrovsk ê Ukraynayê de herî kêm 8 kes mirin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Donetsk Pavlo Kirilenko ragihand ku 5 ji kesên jiyana xwe ji dest dane sivîl in.

Kirilenko her wiha diyar kir ku 2 kesên di tîmên lêgerîn û rizgarkirinê de dixebitin û leşkerekî jiyana xwe ji dest dane û 14 sivîl jî birîndar bûne.

Bi giştî 9 jê polîs 34 kes birîndar bûne.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got;

Di êrîşên Rûsyayê de 2 roket li avahiya apartmaneke asayî ketine.

Di dîmenên ku Zelensky parve kir de tê dîtin ku qata jorîn a avahiya 5 qatî hilweşiyaye.

Hate hînbûn ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê di avahiyê de bi hemû hêza xwe dixebitin.

Rûsya serdestiya xwe ya li herêmê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

Di nava sê rojan de artêşa Rûsya 11 kîlometre li eniyên pêş bi kurahiya 3 kîlometre pêş de çûne.

Ukraynayê di meha Tîrmehê de qebûl kiribû ku piştî ku artêşa Rûsyayê li herêma Kup-yanskê dest bi êrîşan kir, li herêmê di “pozîsyona parastinê” de ye.

Moskow ji wê demê ve xaka dibin kontrolkirî xwede winda dike.

Pokrovsk 70 kîlometre li bakurê rojavayê bajarê Donetsk ê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Bajar 30 kîlometre dûrî eniya şer e.

Beriya şer nêzî 60 hezar kes li bajêr dijiyan.

Rêveberên leşkerî li Xarkovê jî ragihandin ku doh êvarî di êrîşa Rûsyayê ya li ser Krug-liya-kivka de 2 sivîl hatine kuştin.

Êrîşên hewayî yên Rûsyayê li ser Ukraynayê di dawiya hefteyê de dijwartir bûn.

Hêza asmanî ya Ukraynayê ragihand ku tenê şeva Yekşemê 70 êrîş pêk hatine.

Ukrayna êrişî pirên Chonhar û Genichesk kir

Back to top button