Brîtanya koma yekem a koçberan bi keştiyê şand Portland ê

Di çarçoveya siyaseta nakokbar a penaberiyê ya li Îngilîstanê de, koma yekem a penaxwazan şandin keştiya mezin a li Portlandê.
Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî vê pêkanînê dan.

Di çarçoveya siyaseta tund a penaberiyê de, Brîtanya dest bi veguheztina penaxwazan bo keştiyek li Portland a li peravên başûrê welêt, kir.

Serokwezîrê muhafazakar Rishi Sunak dixwaze bi vê polîtîkaya tund, di hilbijartinên sala bê de dengê xwe zêde bike.

Di vê çarçovê de, penaxwaz wê bo dezgeh û bargehên leşkerî bêne veguheztin.

Heta erêkirina wan ya ji bo welatiyê tê pejirandin wê li wir bimînin.

Hikumet bivê armanc dike ku pêla koçberiya ber bi welat ve bi kêm yan jî bidawî bike.

Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî vê pêkanînê dan.

Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Steve Valdez-Symonds ev pêngava hikumetê rexne kir û got,

“Xuyaye ku ev hikumet wê her tiştî bike da ku penaber li vî welatî xwe nexwestin û ne ewle bikin.”

Hate diyarkirin ku li Baby Stockholmê di nîvê salên 1990’î de herî dawî ji bo karkerên petrolê weke cihê razanê hatiye bikaranîn.

BBC diyar kir ku li cihê navborî 200 kes dikarin bimînin, lê ev rêje niha ji bo 500 kesî hatiye amadekirin.

Hat destnîşankirin ku sendîkaya agirkujan der barê xetereyên vê rewşê de hişyarî da.

Nameyên gefxwarinê ji gelê herêmê re

Sekretera Ewlekariyê ya Wezareta Karên Hundir Sarah Dines ji Sky News re axivî û got;

Bibby Stockholm ku bêtirî 200 jûr (xurfe) yên wê hene û kapasîteya wê nêzî 500 kesî ye, peyamê dide ku Brîtanya xaniyek bi arzanî peyda dike, lê soza cîhên xweş nade.

Keştiya mezin ya li Portlandê rawestiyayî bûye sedema du nêrînên cuda di nava xelkê herêmê de derkeve.

Piraniya koçberên di keştiyê de, ji Sûrî, Efxanistan, Iraq û Albanyayê ne.

Li Îngilistanê bêtirî 50 hezar koçber li otêlan dimînin.

Hikumet îdia dike ku lêçûna rojane ya van otêlan ji 5 mîlyon paund derbas dike.

Piştî rêwitiya xeternak par, nêzîkî 46 hezar penaxwaz ji Fransa gihîştin peravên başûrê Îngilîstanê.

Îsal tê texmînkirin ku heta niha ev hejmar gihiştiye 15 hezarî.

Back to top button