Tevî gef û êrişên rejîma Îranê bi hezaran kes li qadan bûn

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berxwedana li dijî rejîmê roj bi roj geştir dibe.
Merasîmên 40 rojiya kesên ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin, vediguherin xwepêşandan û çalekiyên mezin.
Bi hezaran li dijî rejîmê berê xwe dan gorên xwepêşandêran.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê agirê serhildana bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî pêketî doh di roja xwe ya 49’an de dewam bû.

Di heman demê bîranîna 40 rojiya gelek xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de hatîn kuştin li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi girseyî têne bibîranîn.

Li bajarê Şabad yan jî Îslam Abad yê li rojavayê parêzgeha Kirmanşanê merasîma bîranîna 40 rojiya ciwanê bi navê Seîd Mihemed hat li darxistin.

Bi sedan kes bi gotina diruşmeyan tevlî merasîmê bûn.

Li bajarên Sine, Seqîz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Bokan, Mihabad, Urmiye, Bîcar û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan xwepêşandanan dewam kirin.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li zanîngehan agirê serhildanê bi awayek gur hat geşkirin.

Li pey wan li gelek bajarên Îranê jî carek din xwepêşandan û çalakî hatin berfireh kirin.

Li ser asta Îranê xwepêşandana herî mezin li bajarê Kerec pêk hat.

Bi carekê ve xwepêşandêran kolan û rêyên sereke li çunûhatinê girtin.

Doh çilrojiya kuştina xwepêşanderên bi navê Hedîs Necefî û Parsa Rezadust ku li Kerecê hatibûn kuştin bû.

Bi hezaran kes di çilrojiya her du kesan de berê xwe dan goristanê û di pêşengtiya jinan de merasîm vegeriyan xwepêşandanek berfireh.

Li herêmên Kemal Şehîr, Hîsarek, Xoremdeşt û hinek cihên din yê bajarê Kerec xwepêşandan hatin li darxistin û ji bo demekê xwepêşanderan rêya Kerec-Qezwênyan li trafîkê girtin.

Heman demê de li bajarê Fuladşehîr yê Esfehanê merasîma ji bo çilrojiya kuştina xwepêşandêra binavê Mehsa Muguyî veguheriya xwepêşandaneke mezin.

Li bajarên Şahîd Şer û Esfehanê çalakî û xwepêşandan hebûn.

“40 Jê zarok het aniha 277 kes hatine kuştin”

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 277 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Ji van 40 jê zarok in.

Li gorî vê rêxistinê dibe ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane ji vê zêdetir be.

Herwiha li gorî malpera Herana ku girîngiyê dide şopandina rewşa mafên mirovan a li Îranê, heta niha 48 jê zarok 277 xwepêşander hatine kuştin.

Back to top button