Emîna Osê: Erdogan hewil dide bi piştgiriya Rusya êrîş bike

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê derbarê gefên dewleta Tirk ên ji bo êrîşê, hevdîtinên Rûsya, dewleta Tirk û hikûmeta Şamê diyar kir ku got; ”Eger sûrî dest ji daxwazên xwe berde û dagikeriya dewleta rewa bike. Bi navê Sûrî tiştek namîne.

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Emîne Osê got:

Erdogan yek tiştî armanc dike ku Rêveberiya Xweser tune bibe û hewil dide destkeftiyên heremê têk bibe.

Yê ku zextê lê dike Rûsya ye. Rûsya ji her demê zêdetir piştgirî dide Erdogan ku di hilbijartinan de bi ser bikeve.

QSD’ê dê li gorî salên borî bi hêztir li hember van êrîşan bisekine û hêza xwe ya rawestandina van êrîşan heye.

Weke Rêveberiya Xweser him ji aliyê siyasî him jî ji aliyê dîplomatîk ve em bi hemû hêza xwe seferber in..

Back to top button