Salvegera 5. a dagirkirina Efrînê

MSD′ê bi boneya salvegera 5′an a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê bang li hêzên nîştimanî yên sûrî kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk hevkar bin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 5′an a destpêkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewaş herêmên dagirkirî û wiha hat gotin:

“Ji dema dagirkirina Efrînê ve herêm di tevahî aliyan de di rewşeke trajedîk de ye.

Rojane li bajar û gundewarên wê şerê koman heye û bi awayekî eşkere, bê hesab sûcan li dijî şêniyên resen pêk tînin.

Rojane rewşên revandin, sûcên qetilkirin, desteserkirina mal û milkan û talankirina malan heye.

Ji wê zêdetir jî şêniyên resen di girtîgehan de bêyî tu sûcî tên îşkencekirin.

Ew hemû li siyastên tirkkirinê yên li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê zêde dibin.

Dewleta Tirk zimanê tirkî û pereyê xwe ferz kir, navên kolan, qadên giştî û dibistanan guhartin.

Ev îsbata pêkanîna siyaseta guhartina demografîk e.

Ne dûrî herêma Efrînê, hîna bi hezaran şêniyên wê yên li herêmên Şehbayê li benda vegerê ne û di kampan de bêyî tu bernameyeke NY′yê ruxmî derbasbûna van hemû salan dijîn.”

Ji bilî diyaloga di navbera tevahî pêkhateyan de, ti çareserî ji kirîza Sûriyê re nîne

MSD’ê diyar kir ev salveger rastî nêzîkatiya di navbera rejîmên Şam û Tirkiyê de tê û got:

“Lê yên zirar bibînin sûrî bi xwe ne û yên herî sûdwar jî Erdogan û Esed in. ”

MSD’ê bang li hêzên navneteweyî û Komkara Erebî kir ku li dijî siyasetên firehkirinê yên dewleta Tirk ên li ser hesabê cîranên xwe bisekinin û bang Ii tevahî hêzên demokrat ên li Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina dagirkerina Efrînê û herêmên din ên Sûriyê hevkar bin û got ku, ji bilî diyaloga di navbera tevahî etnîk û pêkhateyan de, ti çare ji krîza Sûriyeyê re tune ne.

Back to top button