Li Bexda bazara li ser Kurdistanê

Rejîma faşîst ya Tirkiyê, tevî hemû hêza xwe û karanîna çekên qedexekirî, li pêşberî gerîla nekariye serketinê bidest bixe.
Enqereya ku vê yekê dibîne, dixwaze bi rêya zexta li ser Bexdayê hevkariyê bidest bixe.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Fîdan li Bexdayê bû.
Rojeva sereke PKK, şandina petrola bû Tikriye û mijara avê hebû.

Rejîma Tirkiyê, bi rêya zextan dixwaze rastiya têkoşîna Gerîlayên Kurdistanê ya li dijî xwe berovajî bide nîşandan.

Ev hewildan careke din di serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan a bo Bexdayê de derket.

Di serdana Hakan Fîdan ya Iraqê de, destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê, pirsgirêka avê û PKK’ê di rojevê de bû.

Pirsgirêka av û bendavên çemên Dîcle û Firatê ku ji Tirkiyê derdikeve û diherike Iraqê, mijareke bi taybetî hestiyar di navbera her du welatên cîran de ye.

Hikumeta Iraqê, di her fersendê de ji ber kêmkirina ava herdu çeman gilî û gazênên xwe ji Tirkiyê dikin.

Fîdan û hempîşeyê wî yê Iraqê Fuad Husên daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku armanca wan ya sereke ew e ku Iraq, PKK’ê weke rêxistineke terorê nas bike ye.

Fîdan li Bexdayê jî xwe negirt û xwest Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê terorîze bike.

Wezîrê rejîma faşîst ya Tirkiyê Fîdan mîna ku ne welatê wî bû, 20’ê Tîrmeha 2022’an li Zaxo komkujî li dijî welatiyên Iraqê pêk aniyî, rabû PKK weke dagirkerê li ser xaka Iraqê binav kir.

Hemwextî vê, ji xwe kêmkirina ava çemên Firat û Dîcle jî bi serê xwe mijarek din a helwesta rejîma Tirkiyê ya li hemberî Iraqê nîşan dide.

Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor

Li aliyekî din piştî serdana Fîdan bo Iraqê, îro jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler û şendeya pê re çûn ser xeta sînor a Colemêrgê.

Tê çaverêkirin ku şefê rejîma Tirkiyê Erdogan jî serdana herêmê bike, lê belê heta niha dîrok nehatiye diyarkirin.

Di navbera Bexda û hikumeta herêma başûrê Kurdistanê de, li ser parvekirina dahata petrolê nakokî hene.

Rêveberiya PDK’ê, 2014’an bi awayekî yekalî biryar dabû ku bi rêya boriya Ceyhanê petrolê bişîne Tirkiyê.

Li ser vê yekê, rêveberiya Bexdayê li ser mijarê li ber Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê giliyê Tirkiyê kir.

Dadgehê 1,4 milyar dolar tazmînat li Enqereyê birî.

Hakan Fîdan li Bexdayê ye

Back to top button