Pisporên ji Misrê piştgîrî da pêngava ji bo Rêber Apo

Pisporên ji Misirê piştgirî da pêngava cîhanî ya “Ji Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî û gotin:
“Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Kurd wê detir, gelên Ereb û yên misilman jî eleqedar dike.
Ji bo kiryarên Tirkiyê yên li dijî Ocalan û vîna gelê Kurd werin teşhîrkirin, divê pêngav bighêje rêxistinên navneteweyî.”

Koordînatorê Giştî yê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan Îlhamî El Milêcî piştgiriya xwe bi pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî re nîşan da û got:

“Beşdarbûna pêngavê erke dikeve ser milê tevahî bawermendên doza adilane ya Rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan.

Bandora pêngava cîhanî ya azadiya Ocalan ne ji kêliyekê an jî ji demekê ve ye, lê ev pêngav daneheva gelek çalakiyan e.”

Îlhamî El Milêcî: Divê durûtiya Tirkiye û cîhanê werin teşhîrkirin

El Milêcî diyarkir ku ew ê derewên dewleta Tirk a dagirker ên der barê azadî û demokrasiyê de teşhîr bikin û wiha pê de çû:

“Ji zêdetirî 25 salan ve Rêber Abdullah Ocalan bêyî tu tawana girtî ye.

Tawana li dijî wî ew e ku parastina doz û mafên neteweya Kurd dike.

Ocalan ji tevahî mafên ku di qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî de hatine destnîşankirin, bê par e.′

Divê tirkiye û durûtiya cîhanê li hemberî Rêber Ocalan were teşhîr kirin.”

Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku di şerê li Xezayê de jî durûtiya hêzên navneteweyî û xiyaneta rêxistinên navneteweyî diyar dibe û wiha got:

“Ocalan di pirtûk û parêznameyên xwe de durûtiya cîhanê teşhîr kir û derewên civata navneteweyî ya ku di bin bandora kapîtalîzmê û hêzên mêtinger de ye keşif kir.”

Elî Ebû El Xêr: Divê pêngav berfireh bibe

Dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xêr jî got:

“Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Kurd wê detir, gelên Ereb û yên misilman jî eleqedar dike.

Ji bo kiryarên Tirkiyê yên li dijî Ocalan û vîna gelê Kurd werin teşhîrkirin, divê pêngav bighêje rêxistinên navneteweyî.

Banga min xurtkirina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

Em vê ji bîr nekin, divê li tevahî welatan û ji tevahî gelan bi mîlyonan îmze werin komkirin

Ya herî girîng ew e ku zilma li ser gelê Kurd tê kirin bi wêneyeke rast were vegotin.”

Welaa Ebû Sitêt: Azadiya Ocalan ji bo dozên herêmê çare ye

Back to top button