Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya operasyon û xebatên xwe yên sala 2021’an eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariyê 82 şaneyên terorîst bê bandor kirin.
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Bakur û Rojhlatê Sûriyê derbarê xebatên hêzên xwe yên sala 2021’an daxuyaniyek da..
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin li kampa Holê operasyona li dijî şane û sucdaran,
Pêngava ji bo rêgirtina li bazirganiya madeyên hişbirê û belavkirina wê di nava gel de,
Li hemû herêman xebata kontrolkirina belavbûna çekan û çekên bêdestûr û
Pêngava desteserkirina pereyên sexte ku di bazaran de tên belav kirin hat destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê encamên operasyon û pêngavan wiha ye:
82 şaneyên terorîst hatin têkbirin.
372 kes hatin girtin.
101 mayîn hatin bêbandorkirin.
202 teqîn pêk hatin.
95 Operasyonên ewlekarî bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatin.
Encama operasyonên li dijî madeyên hişbirê jî wiha ye,
Hezar û 653 kg heşîş
4 hezar û 114 şitilên heşîşê
277 cixareyên heşîşê
Hejmarek zêde hebên hişbirê
16 hezar û 913 gram krîstal
20 hezar û 145 gram eroîn
123 derziyên eroînê
Dosyayên qaçaxçîtiya çekan û sextekariyê û buyerên din jî wiha ne;
61 dosye û 168 çek
54 bombeyên destan
Hezar û 324 guleyên çekan
60 dosyayên qaçaxcîtiya şûnwaran
131 bûyerên kuştina bi mebest an jî şaşî
109 hewldanên kuştinê
29 buyerên xwe kuştinê
76 buyerên dizîyê
27 sucên fuhûşê
23 sûcên revandinê
98 dozên sextekariyê
11 sûcên destdirêjiyê
33 hezar û 490 hatin girtin
28 hezar û 642 hatin berdan
10 hezar û 205 gilîname hatin wergirtin