Balafirên Rusya û hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê bombebaran dikin

Balafirên şer ên Rusyayê û Hêzên hikûmeta Şamê bi dijwarî herêmên Idlibê bombebaran dikin. Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê jî diyar kir civînên Komîteya Destûrê tenê “derbaskirina demê” ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Balafirên şer ên Rusyayê herêma El Şêx Behir ya li bakurê Idlibê bi moşekan bombebaran kir.

Derbarê encamên êrişê de agahî nehatin parvekirin.

Hêzên Hikûmeta Şamê jî bi çekên giran herêmên Idlibê bombebaran kir..

Hat diyar kirin ji ber bombebaranê 2 sivîl birîndar bûn.

Aleksandr Lavrentiev: Pêwîstî bi destûreke nû ya Tûriyê tune ye

Li aliyê din nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentiev da zanîn ku nabe ku destûreke nû ya Sûriyê guhertina desthilatê bike armanc û got:

“Hikumeta Sûriyê bi destûra heyî razî ye û li gorî wê pêwîstî bi guhertinan nîn e.”

Aleksandr Lavrentiev îdia kir ku çêkirina destûreke nû û guherîna desthilata Şamê bê ti encamê bi xwere neyne.

Back to top button