Rûniştina 8. Doza Kobanê dewam dike

Rûniştina 8. Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin li bajarê Enqere yê Tirkiyê dewam dike. Polîsên gazinker ên ku li dadgehê hatin guhdarkirin, sîyasetmededarên ku qet nasnakin jî gilî kirin.

Têkildarî dozê polîsên gazinker hîn sîyasetmedarên ji dozê tên darizandin qet nas nedikirin jî dîsa gilî kirin û gilîyê xwe paşde nekişandin.

Parêzerên dozê jî derbarê gilîyên ên bi nakok û çewt de pirs ji wan kirin.

Gilî û gotinên polîsên gazinker ji hev nagirin

Polîsên gazinker ku li hember pirsan neçar man, dîyarkirin ku ew kesên di salonê de li cihê bûyeran nedîtine.

Li ser mijarê sîyasetmedarê girtî Nazmî Gur jî ji gilîkaran pirsan kirin.

Nazmî Gur destnîşan kir ku berpirsyarên bûyeran AKP bi xwe ye û dozê wek şermê bi nav kir û got:

”Ev jî nîşan dide ku deshilatdarî dozê birêve dibe.”

Parêzerên dozê jî gotin: ”Akp gilîkarê veşartî yê vê dozê ye.”

Back to top button