Li Kobanê 3 şehîdên êrişa dewleta Tirk bi merasîmekê hatin oxirkirin

Îro li Kobanê bi merasîmeke bi heybet şehîdên êrişa dewleta Tirk li ser Kobanê hatin oxirkirin.Bi hezaran welatî û endamên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî merasîmê bûn. Di merasima oxirkirinê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û li dijî hemû êrişan peyama berxwedan û têkoşînê hate dayîn.

Îro li Goristina Şehîd Dicle a Kobanê, merasîmeke bi heybet ya oxirkirina Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed ku di êrişa dewleta Tirk a dagirekr ya 25’ê kanûnê li ser Kobanê ku de şehîd bûn hat lidarxistin…..

Bi hezaran şêniyên Kobanê, endamên saziyên leşkerî û sivlî, kesayetên siyasî yên herêma Firatê û ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir..

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Tolhildan Zerdeşt di merasimê de axivî û balkişand ser bêdengiya hêzên navdewletî ên li hember êrişan..

Cîgirê Hevserokên meclisa kantona Girêspî Sebrî Nebo jî axivî û got ku dewleta Tirk qirkirina li ser gelê herêmê bi van êrişan dixwaze bidomîne..

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî axivî û got: Em xwedî şehîdanin û riya ku wan ji me re vekirîye em ê li ser dewam bikin.

Piştî axaftinan, wesîqa şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin…

Her wiha Şehîd Welat Yilmaz ku di encama kirîza dil de şehîd bûbû hat bibîranîn..

Cenazeyên şehîdan di nava Tilîliyan de hatin oxirkirin..

Herdû şehîdên din, Mirhef Ehmed û Welîd Hisên jî duh bi şev li Eyn Îsayê hatin oxirkirin..

 

Back to top button