Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê ber bi çeperên Gerîla rê çêdike

Ajansa firêtê dîmeneke din ê hevkariya PDK’ê ji dewleta tirk re parvekir.
Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê hewl dide ber bi çeperên gerîla ve rê çêbike û dixwaze bi kepçeyan çeperên gerîla hilweşîne. Çend roj berê jî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî bang li PDK’ê kir ku dev ji vê xiyanet xwe berde.

Ev du sale dewleta Tirk a dagirker ji bo herêma Şehîd Delîl ku dikeve rojevayê Zapê dagir bike, her cûre êriş pêk anî, lê li hember berxwedana gerîla encam negirt.

Dagirkeriya Tirkiyê zivistan sala borî ji bo hîn zêde derbe ji gerîla nexwe xwe ji wê qade vekişand.

PDK bi eşkere piştgiriyê dide êrişên dagirkeriya Tirk

Dewleta tirk a dagirker ji bo xwe li wî qadê bi cih bike dîsa hawara xwe gîhand PDK’ê.

Hêzên dagirker ji bo ku li qada navborî bimînin, car din alîkarî ji PDK’ê xwest.

Ev demek dirêj e, PDK bi eşkere piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Tê armanckirin ku bi alîkariya PDK’ê baregehên leşkerî yên nû verin avakirin.

Artêşa Tirk bi alîkariya PDK’ê bi taybetî hewl dide ber bi çeperên gerîla ve rê çêbike.

Ajansa firatê dîmenê hevkariya PDK’ê parvekir.

Di dîmenan de xuya dibe ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê rêyên nû çêdike û dixwazin çeperên gerîla hilweşînin.

Perdeyên ku artêşa Tirk ji bo parastina li hemberî çalakiyên gerîla daniye jî, bal dikişîne.

Dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê dikeve qadên Gerîla

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî beriya niha ragihand ku dewleta tirk hesasiyeta meya li hember şerê kurdî kartîne û bi rêka PDK’ê dixwaze bighîje armancên xwe.

Karayilan dazanîn ku niha tirkiyê di bin parastina PDK’ê ve dikeve qada gerîla.

Back to top button