Rojnemevan Hawrê Kurdî: PDK yasaya rojnamevaniyê binpê dike

Çalakvan û rojnamevanê Başûrê Kurdistan Hawrê Kurdî revandina rojnamevan Silêman Ehmed wek binpêkirina yasayên rojnamevaniyê bi nav kir û got: ”PDK yasaya rojnamevaniyê binpê dike.
Divê tevayî rojnamevan û çalakvan li dijî binpêkirinên yasaya rojnamevaniyê helwesta xwe nîşandin.”

Çalakvan û rojnamevan Hawrê Kurdî got: ” Yasayên ku desthilatê derxistine, ew bi xwe bicih nayîne. Ji ber ku rojnamevan tên girtin û dixin di girtîgehan de.”

Hawrê Kurdî eşkere kir ku pênc sal bûn Silêman Ehmed wek rojnamevanek li yek ji saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê dixebitî ku armanca wê saziyê dij derketina dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Hawrê da zanîn ku desthilat bi revandina Silêman Ehmed dixwaze dengê Kurdên azad bêdeng bike.

Rojnamevan û çalakvan Hawrê Kurdî wiha dawî li axaftina xwe anî:

”Ji bo binpêkirinên li beramberî rojnamevan û çalakvanan dubare nebin, pêwîste tevayî rojnamevan û çalakvan helwestek yekgirtî li dijî girtin û revandina rojnamevan nîşanbidin.”

Kemal Hesen: PDK’ê Silêman Ehmed bi neheqî girtiye

Back to top button