Heso Ibrahîm: PDK dixwaze Êzidiyan bi destê Êzidiyan bide kuştin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Ibrahîm anî ziman hin hêz û derdor hene dixwazin li Şengalê şerekî navxweyî derxînin û êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin.
Heso teqez kir wê ev lîstîkên ku li ser Şengalê tên meşandin negihên armanca xwe.

Bi peyman, êriş û tevliheviyan PDK, Iraq û Tirkiye bi hev re, dixwazin destkeftiyên heyî yên li Şengalê ji holê rakin.

Êrişên herî dawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve vê yekê piştrast dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Ibrahîm der barê armancên van êrişan û planên li ser Şengalê nirxand.

Heso Ibrahîm anî ziman siyaseta ku îro li Şengalê tê meşandin siyaseta tunekirina Şengalê ye û got

” Bi hevkariya kesên ku ji Şengalê reviyan îro dewleta Tirk êrişî wê dike.

Piştî şehîdxistina pêşengên civaka êzidî herî dawî Meclisa Gel a Xanesro û Sinûnê hatin bombebarankirin.

Siyaseta neqebûlkirina civaka êzidî berdewam e.”

Heso diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan Iraqê bixe bin kontrola xwe û wiha domand:

“Bi taybetî Kerkûk, Mûsil û heta beşek ji Dihokê, Tilafar û Şengalê, dewleta Tirk dixwaze wan kontrol bike.”

Heso got ev plan jî ne bes bû, PDK piştî êrişa li ser navenda gel a Sinûnê xwest tevliheviyan derxîne û êzîdiyan bi hev bide kuştin.

Heso Ibrahîm: Wê planên li ser Şengalê negihêjin armanca xwe

Her wiha destnîşan kir piştî êrişa li ser navenda gel a Sinûnê, hin kesên bi PDK’ê re hewl dan hin ciwanên eşîra Heska li dijî asayîşê bikarbînin, lê mezinên vê eşîrê bi vê lîstika PDK’ê nehatin xapandin û ew vala derxistin.

Dawiyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm teqez kir wê ev lîstîkên ku li ser Şengalê tên meşandin, negihên armanca xwe.

Back to top button