Bertekên li dijî serdana çeteyên Îtîlafa Sûrî ji bo Hewlêrê dewam dikin. Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantonên Qamişlo û Hesekê bi daxuyaniyeke hevpar ev serdan şermezar kir.
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrînê jî serdana îtîlafê wek “parsekiya siyasî” bi nav kir.
Di 2`yê Adarê de serçeteyê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî serdana Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir û bi endamên ENKS`ê û bi serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re civiyabû.
Vê yekê li cem gelê Kurdistanê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrsek mezin çêkiriye.
Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantonên Qamişlo û Hesekê bi daxuyaniyeke hevpar pêşwazîkirina ÎtIlafa Sûrî li Hewlêrê şermezar kir.
Daxuyanî li bajarên Qamişlo û Hesekê û naçveyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs, Şedadê û Dirbêsiyê hatin dayîn.
Di daxuyayê de wiha hate gotin:
“Em wek malbatên şehîdên Bakur û Rojhliatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku her kesê ku destê xwe bide çeteyan, destê xwe di xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye.
Em ji hikumeta Başûrê Kurdistanê di serî de Mesûd Barzanî re dibêjin, we baweriya xwe bi pêşwazîkirina eniya siyasî ya DAIŞ’ê ku destê wan di xwîna şehîdên me û gelê me de heye, winda kir.”
Partiya Sûriya Pêşerojê: Îtîlaf parsekiya siyasî dike
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Efrînê jî serdana serokê Îtîlafê Nesir El-Herîrî ya li Hewlêrê şermezar kir û wek “parsekiya siyasî” bi nav kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê got ku ew ê bi israra xwe hêviyên azadiyê ji bo gelan û hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de, pêk bînin.
Komîteya Rûspiyên Helebê pêşwazîkirina serçete Herîrî şermezar kir
Komîteya Rûspiyên Helebê jî bi daxuyaniyekê pêşwazîkirina El-Herîrî ya li Hewlêrê şermezar kir.
Komîteya Rûspiyan serdana weke hewldana avakirina fitneyê di navbera gelê herêmê de û temamkirina projeya Osmaniya Nû bi nav kir.