Îran: Ger Îsraîl êrîşekî me bike em ê tel Avîvê ji kokê rakin

Di nava Îran û Îsraîlê de gefên tunekirina hev careke din zêde bûye.
Wezîrê Parastinê yê Îranê Emir Xatemî diyar kir ku ger êrîşek ya Îsraîlê li dijî wan pêk were wê Tel Avîvê û Heyfa yê ji kokê rakin.

Li gorî televsiona dewletê ya Îranê, Wezîrê Parastinê yê Îranê di merasîmeke li paytext Tahranê de bersiva gefên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz da.

Xatemî anî ziman ku ew hêza wan heye ku ewlekarî û aramiya welatê xwe biparêzin û wiha got:

Li herêmê kesek rejîma Siyonîs naxwaze.

Ji ber vê yekê jî neçar mane derdora xwe dîwaran lê dikin.

Lê carnana ji bêçaretiyê radibin gefan li me dixwin.

Wezîrê parastinê anî ziman ku ger şaştiyek bê kirin û Îsraîl êrîşî wan bike, ewê Til Evîv û Heyfa ji kokê rakin.

Her wiha Xatemî hêzên xwe yên li Libanan, Sûriye, Iraq, û Yemenê ji bo parastina welatê xwe weke “hêzên nerm” pênase kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê jî di axaftina xwe ya 5’ê Adarê de ragihandibû ku artêşa wan planên xwe yên ji bo êrîşeke li dijî navendên Îran yên nûkleerî nû kirine.

Back to top button