Wezîrê Karên Derve yê Îrlanda bi serokomarê Îranê Rûhanî re civiya

Aloziya bernameya peymana nûkleerî ya di navbera Îran û DYA yê de bûye cihê nerehetiya navbera welatên din.
Piştî peyamên tund yên aliyan li dijî hev, Wezîrê Karên Derve yê Îrlanda li ser mijara nûkleerî bi Serokomarê Îranê Rûhanî re civiya.

Wezîrê Karê Derve yê Îrlanda Simon Coveney derbarê mijara nûkleerî bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Karê Derve Cewad Zarîf re li Tahranê civiya.

Civîn di nava nîşaneyên vegera rêveberiya Serokê DYA Joe Biden ya ji bo bernameya peymana nûkleerî de pêk hat.

Ruhanî diyar kir ku ew hertim li gorî peymanê tevgeriyane û ji welatên YE jî xwest ku dest ji vê helwesta xwe ya xemsar berdin.

Bernameya Peymana Nûkleerî ya Îranê ku 2015’an navbera wê û 5 endamên konseya dayîmî yên NY de hatibû îmzekirin.

Piştî vê peyamanê Îranê pejirandibû ku navendên nûklereê ji aliyê rêxistinên naventewî ve were şopandin.

Lê peyman piştî ku serokê DYA yê berê Donald Trump 2018’an ragihand ku wê jê vekişe derbasî qonaxeke nû bû.

Back to top button