Çekdarên Talîbanê li dijî navendeke polîsan ya li bajarê Nahrî Şahî yê li bakurê eyaleta Belh ya Efxanistanê êrîşek pêk anî.
8 polîs hatin kuştin.
Îro çekdarên Talîban êrişî navenda polîsan ya li gundê Şahrek Tirkmeniyê ya eyaleta Belh ya Efxanistanê kirin.
Li gorî rêveberên hikumeta Efxanîstanê 8 polîs mirine û 4 jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê navbera polîs û çekdaran şer derket.
5 çekdar hatin kuştin, 7 birîndar bûn.
Talîbanê piştî êrîşê daxuyanî da û ragihand ku, 12 leşker hatine kuştin.
Beriya rojekê li bajarokê Çemtal yê heman eyaletê careke din çekdaran êrîş kiribû û 7 keşker hatibûn kuştin.
Ev êrîş û tundî di demekê wisan de pêk tê ku di navbera hikumeta Efxanistan û Talîbanê de li paytexta Qeter Doha danustandinên qonaxa 2. despê kiriye.