WHO: vîrûsa Corona ji şerê cihanê yê 2. zêdetir bandor li derûniya mirovan kiriye

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihand ku vîrûsa Corona li ser derûniya mirovan bandorek ji ya şerê cihanê yê 2. zêdetir daye avakirin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cihanê Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku vîrûsa Corona ya ku veguheriya pandemiyê li ser civakê bandurekî giştî daye avakirin.

Ghebreyesus dazanîn ku wê pandemî ji bo salên dirêj yên pêş jî bandora xwe ya li ser derûniya mirovan bidomîne.

Piştî şerê cihanê yê 2. ji ber bandora xwe ya li ser jiyana gele mirovan hişt ku di aliyê derûnî de trawmanyek çêbibe.

Vîrûsê karî bandorê li ser jiyana gelek kesî bike.

Di vê navberê de vîrûsa ku bi derbaskirina mûtasyonên nû re hîn leztir li cihanê belav dibe.

Ji mara pêketiyên vîrûsê li seranserê cihanê nêzî 120 milyonî bûye û ji van jî zêdeyî 2 milyon û 600 hezar kes jî mirine.

Back to top button