Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyan 8’ê Adarê pîroz kirin û banga bilindkirina têkoşînê kir.
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sazî û rêxistinan peyamên pîrozbahiyê weşandin.
Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da û îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên şoreşê û pêşxistina xebat û birêxistinbûnê kirin.
Meclisê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û li gorî berpirsyariya şoreşê destkeftiyan bi dest bixin.
Meclisa Jinan a PYD’ê: Bila tevahî rojên salê cejna jinan be
Bi heman armancê Meclisa Jinan a PYD’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku girîng e tevahî rojên salê bibin cejna jinan.
Meclisa Jinan PYD’ê hemû jinên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin bi bîr anî û soza dewamkirina têkoşînê da.
Jinên Efrînê banga rizgarkirina jinên li herêmên dagirkirî kir
Jinên Meclisa Encûmana Zagonsaz a herêma Efrînê jî li wargeha Berxwedanê ya Şehbayê, bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û banga rizgarkirina jinên li herêmên dagirkirî kir.