Serçete Herîrî yê ku di qesrên Barzaniyan de hat pêşwazîkirin kî ye?

Serçeteyên dewleta Tirk yê bi navê Nasir El Herîrî ku li Hewlêrê bi xaliçeyên sor hate pêşwazî kirin careke din dijmintiya xwe ya li dijî gelê Kurd eşkere kir û li dijî Kurdan şer ragihand. Serçete Herîrî yê ku bi fermana dewleta Tirk tevdigere li her derê hewl dide polîtîkayên desthilata Erdogan pêk bîne û li Sûriyê jî dagirkeriya dewleta Tirk rewa bike.

Çûyîna serçeteyê dewleta Tirk Nasir El Herîrî li Hewlêrê û ji aliyê Barzaniyan ve pêşwazîkirina wî rê li ber nerazîbûnên tund yên Kurdan vekir.

Serçete Herîrî yê koka wî Baasî ye ku weke kujerê Kurdan tê naskirin, bi fermana dewleta Tirk tevdigere û di dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê de bi roleke girîng rabuye.

Derbarê kesayet, kiryar û raborîya serçete Herîrî de Ajansa Nûçeyan a Hawarê dosyayek amade kir.

Serçete Herîrî yê ku dijminê gelê Kurd e, bi malbata Barzaniyan re di nava têkiliyên xurt de ye. Barzaniyan vî serçeteyê kujer bi xalîçeyên sor û di qesir û qonaxan de pêşwazî kir.

Serçete Herîrî yê ku bi xwe ji bajarê Der’ayê ye bi destpêkirina şer û aloziya Sûriyê re kete bin fermana dewleta Tirk û li dijî gelên Sûriyê tevgeriya.

Serçete Nasir El Herîrî ku ji sala 2014’an ve weke qaşo serokê Îtilafa Sûriyê hate hilbijartin, gelek caran tevlî civînên Cinêvê yên bê encam jî bû.

Di Tîrmeha 2020`an de xwedêgiravî weke serokê “Itîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê” hate hilbijartin.

Serçete Herîrî ku kete bin kontrola dewleta Tirk a dagirker nasnameya Tirkî jî wergirt.

Di gelek gotar û nivîsên ku li ser Herîrî hatin nivîsandin de ew weke sîxurê dewleta Tirk hate pênasekirin.

Îtilafa ku secrete Herîrî serokatiyê wê dike sîwaneke ji bo rewakirina çeteyên dewleta Tirk û dagirkeriya wê ya li Sûriyê ye.

Îtilafa ku serçete Herîrî serokatiya wê dike rêxistina bi navê ENKS ku qaşo xwe weke Kurd dibîne jî di navê de cih digire.

Dewleta Tirk a dagirker ku hemû çeteyên xwe di bin sîwana Îtîlafa serçete Herîrî de kom kiriye rojane li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din sûc û hovîtyê pêk tînin.

Serçeteyê dewleta Tirk Herîrî ku gelek caran li dijî QSD’ê derketiye ji koalîsyona navnetewî jî xwest ku piştgiriya bi QSD’ê re bi dawî bike.

Herî dawî jî li Hewlêrê bi zimanê Erdogan axivî û got, ewê li dijî QSD’ê û PKK’ê şerê xwe bidomînin.

Bi daxuyaniyên xwe yên li cem Barzaniyan helwest û dijmintiya xwe ya li dijî gelê Kurd careke din eşkere kir.

Back to top button