Serokê Koma Dewleta Yasa Etwan El-Etwanî jî li hember êrişên Tirkiyê banga kombûna lezgîn li parlementoya Iraqê kir.
Etwan El-Etwanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr ji ROJNEWS’ê re axivî û êriş bi êrişên dijminan e bi nav kir.
El-Etwanî da zanîn Tirkiyê bi vê yekê qanûnên navnetewî jî binpê dike û divê ev binpêkirin bidin dadgeha navnetewî û NY’ê.
Serokê Fraksyona Dewleta Yasa bang li parlementoya Iraqê kir, li ser vê mijara metirsîdar bi awayeke lezgîn kom bibe.



