Mihemed Nûr: Ş.Ferhad ji bo mafê civakê canê xwe feda kir

Siyasetmedarên li herêmê dibêjin hikumeta Başûr berpirsê şehîdxistina Ferhda Şiblî ye.
Her wiha bang li hikumetên Başûr û Iraqê kirin ku der barê şehîdxistina wî de lêpirsînê vekin. 

Şehîdxistina berpirsêRêvebriya Xweser Ferhad Şiblî li ser axa Başûrê Kurdistanê, nerazîbûnên tund bi xwe re anîn.

Deng bide hinekî

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb diyar kir ku şehîd Ferhad ji bo welat û mafê civakê canê xwe feda kir û êriş bi tundî şermezar kir.

Nûr El-Zîb tekez kir êrişên bi vî rengî wan me ji xeta berxwedanê dûr naxin.

Hikmet hebîb: hikmueta başûrê kurdistanê berpirs e

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî heman helwest nîşan da û got:

”Armancgirtina şehîd Ferhad armancgirtina Rêveberiya Xweser û tevahî pêkhateyên herêmê ye.

Tirkiye bi vê êrişê hewl dide projeya demokratîk têk bibe.”

Hikmet Hebîb hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsa şehadeta Ferhad nîşan da û ev bang lê kir:

“Pêwîst e der barê şehîdxistina Ferhad lêpirsîn were vekirin.”

Sîham Dawûd: Rola Ş.Ferhad di pêşxistina Rêveberiya Xweser de xurt bû

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd jî balkişand ser girêdana gel bi şehîd Ferhad re û ev tişt anî ziman:

“Hebûna bi hezaran ji pêkhateyên herêmê di merasîma oxirkirina wî de, da diyarkirin ku cihê wî di dilê tevahî gelan de heye.

Û rola wî di rêxistinirina civakê, avakirin û pêşxistina Rêveberiya Xweser de xurt bû.”

Nesredîn Ibrahîm: Em ê li ser rêya Ş.Ferhad bimeşin

Sekretêrê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Nesredîn Ibrahîm jî wiha nerazîbûn nîşanî êrişê û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê da.

Back to top button