Artêş Ukrayna ji bajarê Severodonetsk vedikişe

Herêma Donbasê ya Ukraynayê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin.
Bi taybet bajarên girêdayî herêma Luhanskê.
Ji ber vê çendê Ukrayna feman da artêşê ku ji bajarê Severodonetsk vekişe.
Di rewşeke wiha de Yekîtiya Ewrûpayê, statûya welatê endam a Ukraynayê qebûl kir.

Diyar e ku li Rojhilatê Ukraynayê, serweriya hêzên Rûs zêde dibe.

Lewma ev demeke dirêje dorpêça li herêmê dewam dike û Rûsya ber bi kontrolkirina herêma Domnbasê ve diçe.

Di rewşa heyî de êrişên herî dijwar li dijî bajarên Severodonetsk û Lysychansk (Lîsayçansk) pêk tên.

Ev herdû bajarên girêdayî Luhanskê, ji ber ku navendên girîng ên pêşezasiyê ne, Rûsya hewl dide wan kontrol bike.

Taybetmendiyeke wan a din jî ew e ku ketina wan dikare rê li ber kontrolkirina herêma Donbasê veke.

Lewma Rûsya dixwaze plana xwe a nîvco ku ji sala 2014’an ve maye, temam bike.

Yanî kontrolkirina herêma Donbasê.

Û di encamê de ji ber rewşa xerab a li herêmê, rêveberiya herêma Luhanskê neçar ma biryara vekişînê bide.

Hakimê herêma Luhanskê Sergey Gaîdaî îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Ukraynayê neçar in ku ji bajarê Severodonetsk derkevin.

Gaîdaî eşkere kir ku di vî warî de ferman hatiye dayîn .

Zelensky: Biryara Yekîtiya Ewrûpayê helwesteke dîrokî ye

Di rewşek wiha a dijwar de, Yekîtiya Ewrûpayê doh helwesta xwe a li hemberî endametiya Ukraynayê eşkere kir.

Lîderên Yekîtiyê, hem ji bo Ukrayna û he jî ji bo Moldova, statûya endametiyê qebûl kirin.

Serokê Konseya Ewrûpayê Charles Michel biryar weke kêliyeke dîrokî binav kir.

Serokê Ukraynayê Zelenskyî jî kêfxweşiya xwe a ji ber biryarê bi van gotinan anî ziman:

Di dîroka pêwendiyên Ukrayna û Yekîtiya Ewrûpayê, kêliya herî dîrokî bû. Paşeroja Ukrayna di nava Yekîriya Ewrûpayê de ye.

Meha Sibatê, piştî êrişa Rûsyayê bi 4 rojan, Kievê ji bo endametiyê serî li Yekîtiya Ewrûpayê dabû.

Biryara Ewrûpayê tê wateya gava pêşî ya fermî ji bo endametiyê.

Lê gorî pîvanan, dibe ku ev pêvajo heta çend salan dewam bike.

Back to top button