Yekîtiya Ewrûpayê: Em êrişên dewleta Tirk li dijî Sûrî û Iraqê şermezar dikin

Duh li Parlementoya Ewrûpayê, rapora Tirkiyê ya sala 2022’an hat nirxandin.
Ji şermezarkirina êrişên li dijî Sûrî û Iraqê bigrin, heta binpêkirina mafên azadî û demokrasiyê,
Ji dûrketina ji pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê bigrin heta binpêkirina ambargoya li ser Rûsyayê,
Tirkiye di gelek mijaran de hat rexnekirin. 

Li Parlamenetoya Ewrûpayê rapora Tirkiyê ya sala 2022’an hat nirxandin.

Raportorê parlamentoyê yê karûbarên Tirkiyê Nacho Sanchez-Amor (Naço Sançêz-Amor) diyar kir ku dewleta Tirk di mijara pêkanîna pîvanên demokreasiyê de bi zanebûn gavên pêwîst navêje û ev got;

Li Tirkiyê êdî xeyala mirovan a demokrasiyê ji holê radibe.

Sedema vê yekê jî rêjîma dîktator e.

Sanchez Amor şiyarî da eger rewşa heyî wisa bidome, pêwîst e pêvajoya endametiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewrûpayê were bidawîkirin û ev tişt anî ziman:

” Diyar e ku di mijara siyasetên derve de, YE û Tirkiyê berevajî hev tevdigerin.

Bi taybet siyasetên Sûriye, Iraq, Lîbya û Kafkasya. ”

Di raporê de êrişên Tirkiyê yên li hemberî Sûrî û Iraqê jî hatin şermezarkirin.

Ewrûpa bang li Tirkiyê kir: Di mijara Rûsyayê de helwesta xwe zelal bike!

Parlamenterê Spanî têkildarî helwesta Tirkiyê ya li hemberî şerê Ukraynayê jî ev nirxandin kir:

Tevî biryarên hatine dayîn jî Tirkiye eşkere ambargo û cezayên li ser Rûsyayê binpê dike.

Bazirganiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de zêde dibe.

Enqere di rewşa heyî de bûye cihê parstina sermaya Rûsya.

Êdî divê Tirkiyê helwesta xwe ya li hemberî Rûsyayê zelal bike.

Li ser mijara serlêdana endametiya NATO ya Swêd û Filîndyayê jî di raporê de tê gotin;

Biryara veto ya Tirkiyê bi temamî ji berpirsiyariyê dûr e.

Pirsgirêkên Tirkiyê bi van herdû welatan re tine ye, mesele dijberiya wê ya li hemberî demokrasiyê ye.

NY: Divê Tirkiye koçberan weke gef bi kar neyîne

Wekî din di raporê de ev jî hatin gotin:

Divê Tirkiye qirkirina Ermeniyan qebûl bike.

Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bi cih bîne.

Rêzê nîşanî edalet û azadiyê bide.

Û Koçberan weke gef li hemberî cîhanê bi kar neyîne.

Dibe rapor îro li Parlementoya Ewrûpayê bikeve dengdanê.

Back to top button